Zur Navigation | Zum Inhalt
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
  • An Image Slideshow
FVCML0208 10


Li Xelfeti Teşkilata nu ya BDP bi coşeke mezin hate vekirin.

Wekile Rihaye BDPyi İbrahim Binici got ku heza Kurdan heye edi rexistinen xwe vekin u li qezencen xwe xwedi derkevin u wiha deng kir: "Bila tu kes bi şerefa me neleyze. Me bi hezaran canen xwe ji dest dane, da ku em bigihejin ve gihaneke. Soza me ji wan re heye. Borca me ye em azadiye bidin gele xwe."


Li Xelfeti rexistina nu ya navçe di binaye nu de hat vekirin. Wekile Rihaye BDPyi İbrahim Binici, Hevseroken Parezgeha Rihaye İbrahim Ayhan u Adile Fidan, seroken navçeyen BDPyi, aktivisten Hereketa Jina Azad a Demokratik (DÖKH) u bi sedan kes tevli pirozbahiye bun. Di pirozbahiye de pankarten wek "Yan Jiyaneke Azad yan Hiç" u "Zedetir Jin Zedetir Demokrasi" hatin vekirin. Wekile Rihaye BDPyi dema ku hate Xelfeti ji aliye Xelfetiliyan bi kefxweşiyeke mezin hate peşwazikirin. 

'Me bihezaran canen xwe ji dest dane, da ku em bigihejin ve gihaneke'

Binici di axaftina xwe de wiha got:

Kurdan bi salan bedel dane u lewmane ji azadiye re hertim neziktir dibin. Kurd edi bi tecrube ne u ewe edi qet baweriya derawan nekin. Iro gele Kurd xwediye qezenc u quweteki ne. Bila tu kes bi şerefa me neleyze. Me bi hezar canen xwe ji dest dane u em lewmane gihiştine ve gihaneke. Soza me li wan re heye. Borca me ye ku em azadiye bidin gele xwe."

Paşe Binici xebaten ji boy 12 Ilone temas kir u got, tarixa referandume bi xussi hatiye hilbijartin u armanca ve yeke tene ev e ku eş u birinen Kurdan taze bikin. Binici got ku gele Kurd ewe ji Serokwezir Erdogan re sendoqan vala bişinin u AKP ewe di 12 Ilone de ledaneke mezin bixwe.

Piştrev Hevseroke Rihaye İbrahim Ayhan axivi u got di referanduma AKP de qet behsa Kurdan, hezen demokrasiye, yen binpe u feqir naye kirin u lewmane ewe referandume Boykot bikin.


Tarih ve kültürümüzü unutmamak amacıyla size bu sayfanın alt kısmında Halfeti köylerinin orijinal isimlerini liste olarak sunuyoruz. Not: Isimler Kürtce yazılıgı icin harflerin okunma sekli söyledir:

  1. Kürtçe`de noktalı i / İ harfi Türkçe`deki ı gibi okunur.
  2. Kürtçe`de sapkali î / Î harfi Türkçe`deki i / İ gibi okunur.
  3. Kürtçe`de x harfi kaba ve sesli "ğ" olarak okunur.
  4. Kürtçe`de û / Û harfi Türkçe`deki u / U gibi okunur.
  5. Kürtçe`de u / U harfi Türkçe`deki ü / Ü gibi okunur.


  • Amara ................Ömerli
  • Aram...................Durak
  • Bal......................Balderesi
  • Bazûr..................Bozyazı
  • Belesûr...............Savaşan
  • Cîbîn..................Saylakkaya
  • Çeqelan..............Çakallı
  • Çêwek................Çebekoğlu
  • Dêrto..................Dergili
  • Eftar...................Kurugöl
  • Erih....................Ortayol
  • Eyno..................Aynı
  • Gogana Jêrîn.....Aşağı Göklü
  • Helbînî...............Sütveren
  • Hemq.................Yeşilözen
  • Keferan..............Kayalar
  • Konêfirk............Hilallı
  • Mehcûn.............Macunlu
  • Nehş..................Balaban
  • Nuhrût...............Gürkuyu
  • Qeremezre.........Karaotlak
  • Qiniq (mezre)....    - - - -
  • Qîç (mezre).......    - - - -
  • Siltak.................Seldek
  • Tateyn................Bulaklı
  • Tifnîg.................Argaç
  • Til'ez..................Kavaklıca
  • Tîmaran.............Tavşanören
  • Tishê..................Fıstıközü
  • Wanê..................Sırataşlar
  • Xerawnek..........Günece
  • Xox....................Erikli
  • Zaxpêr...............Gülaçan

Di van rojan de kliba nu ya Berivane  "Berfîn" te weşandin. Ji ber ve yeke, rojnameya Rudaw.net hevpeyvinek bi Berivane re pek ani, u em bi destura Rudaw.net hevpeyvine bi we ra hevpar dikin.

Spas ji Mehmet Sebatli û ji xebatkarên Rudaw.net re


 
Berfîn di Tîrmehê de jî zil didin
Mehmet Sebatli - RUDAW.NET

Eger îmkanên Berîvanê hebin, ew dixwaze ji niha ve jiyana xwe bi muzîkê re mijûl bike
 
Tiştên nîvco rojek tê xwe dîsa tînin bîra mirov û bi mirov re wê helwestê çêdikin da ku ew bên temamkirin. Di jiyanê de bûyerên trajîk ên bi êş ku bi mirovan re hesta kêmasiyê avadikin, ji hunerê re dibin malzemeya gelek bi sûd. Ango di jiyanê de pirsgirêk di hunerê de dibin serkeftin.

Eger malbata wê ne feqîr bûbûye, eger wê dibistana xwe di nîvî de nehîştibana, eger nehata Ewrûpayê, eger malbata wan li Ewrûpayê ji hev belav nebûya, wê gavê di Koma Arîn de wê ne keçeke dengxweş a bi navê Berîvan hebûye û ne jî ev klîpa nû ‘Berfîn’ wê bihata kişandin. Pirsa me ya klasîk a wek, gelo têkiliya we bi muzîkê re çawa çêbû, Bêrîvan Arîn wiha dibersivîne: “Hinek dibêjin ji sifrê, lê ya min, ji bin sifirê dest pê kir.”
 
Têkiliya wê bi muzîkê re beriya deh salan, di sala 2000’an de, di nava Koma Arîn de dest pê kiriye. Jiyana ku di bin sifrê de ye, tevî pirsgirêkan ve hêdî hêdî dimeşe. Koma hunerê jî wisa. Piştî albûma bi navê "Bengiya Rojê" Koma Arîn jî belav dibe. Bêrîvan jî berpirsiyariya malbatê dide ser pişta xwe. Sê birayên biçûk û dayikeke nexwaş. Lê lingekî wê di nava refên hunerê de dimîne; di albûmên çendîn hunermandan de bi wan re duet distire. Bêrîvan wiha êdî tê nasîn; birayên wê mezin dibin, karê li ser milên wê sivik dibe û rêyeke din tê pêşiya wê: Bi serê xwe meşandin. “Dema ez bi Koma Arîn re dixebitiyam, em li gelek deverên Ewrûpayê tevlî konser û bernameyên televizyonan dibûn. Lê bala min kîşand ku em xwe dubare dikin û heta ku em li Ewrûpayê bimînin jî wê dubarekirin bidome.”


Berê xwe dide welat

Bêrîvan serpêhatiya xwe wiha didomîne: “Piştî demekê min bi xwe ji muzîka xwe tam nedistand. Tiştek kêm bû. Weke ku straneke bê dîsgotin; lê stran bi dîsgotinê dibe stran.” Wê ew kêmasî dîtibû! Divê here welat! Divê bikeve nava gel, bibe stran û winda bibe. Di nava gel de windabûna yekem, ji aliyê din ve, xwe dîtina yekem, di sala 2006’an de di Festîvala Mexmûrê de pêk tê. Herwiha cara yekem bû ku çûbû Başûrê welat. Konsera yekem, serdana welat a yekem, gava yekem a bê kom a bi serê xwe “Wek xewnekî bû; min gav bi gav daxwazên xwe pêkdaniya. Berdewamiya wê hat: Cara duyem di salan 2009’an de ji bo çendîn konseran ez çûm Bakurê Kurdistanê.”

Newroza Şirnexê (2009)

“Ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê diçe Amed, Şirnex, Cizîr û Êlîhê, beşdarî konseran dibe. Îsal dîsa çûye: Li Sêrt, Wan, Norşîn û Bazîdê di nava gel de stranan dibêje û winda dibe. “Di 8’ê Adara îsal de ez hatim vexwendin ku dîsa herim Hêrêma Kurdistanê. Li Mexmûrê, Silemaniyê û Halepcê konseran dide.”

Îro klîp, sibê albûm
 
Di MMC û ROJ TV de klîpên wê tên weşandin. Klîpên ku bi Koma Arîn re kişandine, yên ku bi alîkariya Hozan Dîno kişandiye (Gazinc), tên weşandin, lê ev jî ne bes in. Êdî berê xwe dide cihê ku li wir hatiye dinyayê, Xelfetiyê. Ew navçeya ku ketiye bin ava Firadê; ew navçeya ku dîmenên wê di televizyonan de tune ne. Du hefte berê Bêrîvan ji wir vegeriya. “Xelfetî ji bo min wek bihûşta veşartî ye. Hem cihekî xweş e, hem jî cihekî taybet e. Klîpa yekem ku li navçeya Xelfetiyê tê kişandan a min e, navê wê Berfîn e. Wê van rojan di MMC û ROJ TV de bê meşandin.” Wê di heman demê de li bihûşta xwe ya veşartî sê klîp amade kirine.

Di dawiyê de mirov ji xwe dipirse ka çî têkilî di navbera meha Tîrmehê û Berfîna ku ji bin berfê serê xwe derdixe, heye. “Berfîn çîçekek taybet e, sermayê, berfê nas nake û sere xwe derdixe, agahiya biharê dide der û dora xwe: “Me di klîpê de dîmenên ji gundê Amarayê jî kişandin; ew zarokên ku kevokên spî difirînin jî, ji cihê ku roj dertê, silav dişînin cihên dûr.”
 
Piştî van sê klîpan xuya ye ku amadekariya albûmekî dike. Eger ku îmkanên wê hebin, jiyana xwe ji niha ve dixwaze tenê bi muzîkê re mijûl bike û wiha derbas bike. Bêyî ku mecbûr bibe kar bike, tenê bi muzîkê... Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan destnîşan dike ku di hunera kurdî de dengê jinan gelek kêm e. Ev yek bi taybetî ji bo Rihayê rast e. Welatê ku dengê mêrên wan gelek xweş, lê dengê jinên wan naçe ti kesî…

Kî ye?
 
Bêrîvan di sala 1981’an de li navçeya Rihayê, Xelfetiyê hatiye dinyayê. Ji ber pirsgirêkên aborî piştî dibistana seretayî nekarî xwendina xwe bidomîne. Di salan 1995’an de tevî dayîk û sê birayên xwe koçî Swîsreya ku bavê wê li wir dijî, kirine. Li Swîsreyê perwerda xwe sê sal jî didomîne û dest bi karê kuaforiyê dike. Niha wek karkerek bi dîploma di branja elektrîk-teknîk de dixebite. Lê bi gotinê wê “Ez tenê bi muzikê dikarim hestên xwe bidim der û tenê di muzîkê de xwe dilşad dibînim.”
 
www.Karamezre.net

Reklam