Zur Navigation | Zum Inhalt
FVCML0208 10

Çîrokên we - Öyküleriniz
Mehmûdê Hundo û Hemê Hundo

Mehmûdê Hundo û Hemê Hundo…

Herdu brayên hev,

û herdu jî kal û kor.

Tê gotin ku berî demeke dirêj (40 - 50 salan berî vê) ew li gundê Hemqê di şkefteke de dijiyane. Ewan etar bûne û ji ber vê yekê bi meşê gundên derdorê digeriyane.

Tiştên ku difrotin bara piştê kerekî dikirin.

Pir caran dihatine gund.

Ji ber ku rêya wan dûr û dijwar bû, dema diketin gund tasek dew û du nanan dixwestin. Gundiyên me yên ku didîtin ewan tî û westiyayî bûne, ji wan re tasek dew û du nan dibirin.

Lewra Mehmûd û Hem dihatine hezkirin.

Mehmûd û Hem bi hev re li gundê me digeriyane û etarî dikirine:


Werine beniştan!..

Werine savonan!...

Werine şayan!..

Gundî pir ecêb diman.

Herdu jî kor bûn, lê hemî gundên derdorê digeriyan bi tenê.

Rêyên xwe pir baş nasdikirin.

Kor bin jî, dizanibûn kîcax sibe ye.

Kîcax nîvro û kîcax êvar e.

Kor bin jî, dizanibûnçi di destê wan de ye.

Gundî tiştekî didane destê wan û li wan dipirsiyan ka di destê wan de çi heye.

Digotin "Ev çilê tehwîyan e".

Digotin "Ev pereyê hesinî yê 200î ye".

Yek caran jî Mehmûd û Hem, li derheqê pêşerojê tistên ecêb digotin.

Hinek bi van gotinan dikeniyan, hinekên din jî, bi taybetî zarok, bi meraqeke mezin guh didane wan.

Yek ji gotinên wan wihanî derbasî dema me bûye:

Ê rojek bibe kerên hesinî hebine.

Ê werine ber lingê merivan û gelek kes ê karibine lê swar bibine.

Kerên hesinî…

Hinek ji ber gotinên wan bikenin jî, rojekê tişteke xerîb û ecêb ji dûr ve nêzî gund dibe.

Di vê demê de hinek zarok bi dengê wê hişyar dibin, xwe kom dikin û ji tirsan ve bang li dayik û bavên xwe dikin.

Hinek dayik xwe li deng digrin û diçin cem wan.

Zarok xwe li pişt dayikan vedişêrin û ji wan dipirsin gelo ev tiştê mezin ku bi deng û toz nêzî wan dibe çi ye!..


Tam di vê demê de gotinên Mehmûd û Hemê Hundo tên bîra jinan.

Ji hev re dibêjin:

"Te dît? Gotinên Mehmûd û Hemê Hundo rast derketin. Kerê hesînî ev bûye!"

Kerê hesinî li ber lingê wan disekine.

"Ka hûn lê siwar nabin?"

Jin serên xwe wek bêjin "na" dihejînin û kerê hesînî bi deng û toz berdewama rêya xwe dike...

 


Reklam