Zareta Karababa nêzî gundê Tishê ye. Li ser qoteke bi tene kî zane desthilatdariya cend sed salan kiriye. Zareta Karababa, ji dûr ve bi tene were xuyane ji, bêgûman gel wi qet bi tenê nehistiye u dem bi dem cuye zarete. Ji bo ku meriv biguheje we dere imkanen cuda hene. Meriv kare di rojen buhare de bi mese here ceme. Dema ku demsal havin be u roj germ bin gihistinq bi traktore bi merivan re hesan te. Le beguman reya heri xwes ajotina erebeya bergiran e, ji ber ku bi vi awayi gihiatina we dere ji dibe macera.
Gelek sedemen ku Zareta Karababa cima dereki taybet e, hene. Car ji ew sedeman wiha ne:
Zareta Karababa li ser qoteke bi tene peyda ye u derdora we bi kevir u kortan e, u li derdore de weki din tu tist peyda ninin. Ev yek taybet e ji ber ku, wexte meriv tirban tine pes caven xwe, gor u goristan bi tirbeke tene xuya nabin. Gunde heri nez ji ye Tishe ye, u ew gund nezi 2 kilometran ji zarete dur disekine.
Dema ku meriv ji dur ve (mesela ji gunde Karamezre) nerinek li Zareta Karababa dike, dareka mezin (se daren pelutan) te xuyane. Le daren pelutan bi gelemperi di ve hereme de ninin, u heger hebin ji, bi kom xuya dibin. Li ber koka ew se daran tirbeke betal heye. Meriv bi hesani kare tekeve hundire tirbe.
Ji aliye gele Tishe bi nave "Zareta Karababa" binavudeng e. Dibe ku ew gora diroki li ser nave miroveke nas hatiye cekirin, le nave "Karababa" (Bave Res" te ci manaye naye zanin. Hundira gore ji quardateki pek te, le balkes e ku tirben diroki (heta 2 hezar salab bere) bi gelemperi di hundire tehtan dihatin cekirin. Le ew tirb kicax, ji boy ke u ji aliye ke ve hatiye cekirin naye zanin.
Li hemberi rastiye ku ola Islame daren dileke nas nake, ew daren ku li we dere sere xwe bilind dikin weke daren piroz tene nasin. U ji ber ve yeke mirov dicin zarete da ku dua bikin u dileken xwe bigirin. Le li gori diroknasan canda daren piroz digiheje dema beri jidayikbuna Isa. Di we deme olen xwezayi hukum dikirin u meriv xweza u bi taybeti daran piroz didit.
Nehêniya Zareta Karababa qet nehatibe vekirin ji zaret bi daren xwe yen kevn u bi gora xwe ya eceb we hertim bala meriv bikisine. Gerez meriv li Dereki ewqas bi sirr xwedi derkeve weke ciheki diroki u sosyojeografik biparêze.
Şkeftên navcê: Bûk û Zava
Gelek şkeftên taybet ên Xelfêtiyê hene, yek ji wan jî şkefta Bûk û Zava ye.
Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.
Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Meriv kare ji hundur ve hilbikeve heta qata herî jorîn.
Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve. Li dîwarên ew korîdoran derên kûr ên bicûk hene, da ku meriv xwe pê bigire û biguhêje qata bilindtir.
Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din bilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.
Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.
Tirbên dîrokî
Di gelek gundên Xelfêtiyê tirbên dîrokî têne dîtin. Ewan, bi gelemperî di tehtan de hatine cêkirin û lewmane bi hêsanî têne dîtin. Ev tirb ji boy kevnbûna ew gundan bernîşanên xort in. Heman heman li nêzî hemî gundan, li cihên ku erd bi tehtên duz pêk tê ew tirb têne dîtin, lê mixabin gelek tirb bêxwedî mane î lewmane zerarên mezin dîtine.
Xuyabûna her tirb cûda ye û werganî xuya dike ku her tirb bêhempa ye. Li gundê Wanê bi dehan tirbên werganî hene û bi gelemperî merdêwan wan hene. Ew merdêwan dicin jêr û meriv dibin têketina tirbê. Gelek têketinên tirban bi dekorasyonên cûr bi cûr hatine xemilandin. Terzê têketinan bile taybet in û wek qentirme xuya dikin.
Hundurê tirban ji cend odeyên bicûk pêk tên. Dema ku meriv dikeve hundir, li her hêla rastê, cepê û li hemberî dêrî yek ode hene.
Tê gotin ku ew tirb berê wek ên malbatan hatine bikaranîn, lê kes nizane ew tirb kîcax hatine avakirin. Li gorî lêkolîneran ew tirb diguhêjin heta dema berî jidayikbûna Îsa.
Bi taybetî gundê Wanê ji boy tirbên xwe yên dîrokî nas e.
Hromkla - Kela Zêrrîn
Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ - Hromkla, bi aramî: Kala-Rhomata, bi kurdîKela Zêrrîn, bi yewnanîΡωμαιων Κουλα, bi tirkîRumkale, bi erebî قلعة الروم û bi navên xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro keleka xirbe ku nêzika cemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.
Ehleqeya navê "Rumkale" bi Rûman (Yûnanan) tune ye, lê ev nav avahîyeke Romayî (Bîzantînî) mebest dike.
Bi avakirina Bendava Bêrecûgê, meydana kelhê mixabin di bin avê ma.
Gundên ermenî
Li Xelfêtiyê hinek gundên ku berê ermenî tê de jiyabûn hene. Tê gotin ku gundên Cîbîn, Ereh, Belasor û Wanê berê yên ermenî bûn. Herwiha, îro di ewan gundan de tenê misilman bijîn jî, li hinek deran dêr û sembolên xaçê têne dîtin. Di gundê Cîbîn dêra berê îro weke camî tê bikaranîn. Di Belasorê jî şkeftek ku berê weke dêr hatiye bikaranîn heye û li dîwarên şkeftê nivîsên ermenî û sembolên xaçê (sembola xrîstiyanan) peyda ne.