Di navceya Xelfêtî de kêm kanî hene, lê ew ji ber zelalbûna xwe ji aliyê gelê Xelfetî ve têne naskirin û hezkirin.
Ji ew kaniyan navê hinekan wisa ne:
Tat-Eyn: girêdayî gundê Tat-Eynê ye.
Kaniya Eyno: girêdayî gundê Eyno ye.
Kaniya Eyno ji ava ku ji zinarên bilind ve derdikeve û diherike jêr pêk tê. Ava ku rêya xwe digere ji ber qewareke xwezayî xwe kom dike û dibe wek goleke bicûk. Kûrahiya vê golê digijêhe 1.5m metran, lewra dema havîn dibe gelek malbat bi zarokên xwe ji têne wê derê û pîknîk dikin. Der û dora kaniya Eyno gelek kesk e û li wê derê hinek dar jî peyda ne.
Dema ku meriv ava kaniya Eyno disopîne meriv digihêje ber ava Ferêt, ji ber ku ava kaniya Eyno berdewama rêya xwe dike û diherike behra Ferêt. Ji ber avakirina Bendava Bêrecûgê cihên herî taybet û xwesik ên kaniya Eyno mixabin ketin bin avê. Lê di sala 2006an de rêyek ku ji gundê Eyno ve digihêje kaniyê hat cêkirin û lewra girîngbûna kaniya Eyno ji bo turîzma herêmê bilindtir bû.
Xwezaya Xelfetiyê
Di navceya Xelfêtiyê de gelek derên taybet hene, wekî şkeftên bilind, çavkaniyên xwezayî û eserên dîrokî. Taybetiyen xwezayî yên Xelfetiyê ci ne gelo?
Ferat
Ferat, yek ji behrên herî mezin ên Rojhilata Navîn, ji rojavayê Xelfêtiyê derbas dibe û bi xuyabûna xwe him jî boy xweza, him jî ji boy gel xwediyê girîngbûneke mezin e. Ev cend hezar sal in Xelfêtî bi ava wî dixemilî.
Heta sala 2000an Xelfêtî xwediyê dîmeneke sîn û taybet bû: Baxcên Xelfêtiyê yên ku li kenara behrê radiwestin ji boy îqlîma xwe ya taybet di vê herêmê de gelek nas bûn, ji ber ku darên sêv, leymûn û pirteqalan tenê li vê derê bi awayeke xwezayî mezin dibûn. Di sala 1999an de dewlet ji ber projeya xwe ya GAPê bendavan cêkir û yek ji wan Bendava Bêrecûgê bû. Bi avakirina vê bendavê ava Ferêt bilindtir bû û hemî baxcên derdora wî ketine bin avê. Ne tenê baxcê, bajarê Xelfetî bi nivî û gelek gundên li derdora behrê bi timî hatin hedimandin.
Newala Xelfetî
Newala Xelfetî (bi navê xwe yê tirkî Değirmen Deresi) newaleke xwezayî ye û li Xelfetiya Kevn radiweste.
Taybetiyeka newal ev e ku têketana kaniyê ji ber nêzikbûna behra Ferêt gelek bi keskawî ye.
Dere ji kevira qeracê pêk tê. Ji ber ku av ji dîwaran diherike jêr, li ser rûyê dîwaran xêzên reş û spî tên dîtin. Av dema ku digijêje erdê dibe yek û berdewama rêya xwe dike, heta ku bigihêje ava Ferêt. Tê gotin ku berê mirov bi alîkariya aşê enerjîya avê bikaranîne û lewma nava dereyê bûye "Değirmen Deresi".
Herwiha, di newala Xelfêtî de dîwarek wekî pêleke kevirî heye û bilindbûna vî pêlî digihêje 10 metran. Dirêjbûna xwe jî nêzika 80 metran e. Tê gotin ku ew dîwar ji ber erozyonê bi mîlyar salan gihîstîye vî şekilî. Ev dîwar ewqas taybet e ku mirov dibêje qey pêleke kevirî ye.
Newala Xelfetî ji aliyê gel ve wekî cihê pîknîkê tê bikaranîn.
Gula Reş
Yek ji sembolên Xeletiyê bêguman Gula Reş e. Ji ber mîkro-iqlima y ku li Xelfetiyê peyda ye, di vê herêmê de gulên reş ên ku bala meriv dikşînin mezin dibin.
Lêkolîner dibêjin ku gulên reş endemîk (nexweş) in û lewra bi tenê li Xelfetiyê wuha derdikevin holê. Pêwîst e ku rengê van gulan vekirî be, lê ji ber ku ew gul endemîk in bi bandora mîkro-iqlima Xelfetiyê rengê xwe diguherînin û bi vî awayî reş xuya dikin. Ev gul bi taybetî di mehên buhar î payizê de mezin dibin.
Lê dema ku meriv ev gulan qut dike û li derekî din diçîne gul taybetiya xwe wenda dike û rengê taybet ê vî gulî xwe diguhêrîne. Bi çandina biziran jî rengê gulan reş nabe. Ji ber vê yekê gelê Xelfetiyê gulên reş di baxçên xwe de diçînin da ku turîst ên ku di vê derê de ew gulên balkêş bibînin.
Erda Sor
Terra Rossa, yanjî Erda Sor, navê erdeke ye û ne tenê li Xelfetîyê, bi giştî di hemî welatên ku di derdora Behra Spî ne tê dîtin. Taybetiya vê erdê di rengê herîya xwe de ye ji ber ku rengê herîya vê erdê soreke xort e. Hûmûsa vê erdê kêm be jî, herîya xwe bi avdanê gelek berdar dibe.
Pêkhatina Erda Sor berî 15 mîlyon salan destpê dike: xweza bi alîyê avê karbonatê û mîneralên cuda ji erdê dişu. Kevirê kalker (ku bi jihevketina xwe Erda Sor pêk tê) jiber xwezayê ji hev dikeve û mîneralên demirê diafirîne. Demira heriyê ji ber ku naye şuştin di erdê de dimîne û konsantrasyona demirê bi vî awayî zêdetir dibe. Bi reaksyoneke kîmyewi ku dinav atomên demir û yên oksîjenê pêk tê herî dengarî dibe û dem bi dem rengê xwe yê sor distîne.
Erda Sor dinav gelê Xelfetîyê wek erdeke baş û berdar tê zanîn. Di germa havînê de serê erdê hişk dibe lê jiber kûrayîya xwe (Erda Sor ji metreyeke kûrtir e!) avê di binîya xwe de diparêze. Lewma Erda Sor bi taybetî li rezên fisdeq û zeytûnan re baş tê.