Zur Navigation | Zum Inhalt
FVCML0208 10

Xelfetî
 

Hejmara rûniştvanên navçeya Xelfetiyê

 
Xelfetî

Xelfetî (bi tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Piştî çêkirina Baraja Bêrecûgê, bajarê Xelfetiya Kevn bi nivî û gelek gund jî bi timî di bin avê de man. Li gorî agahiyên resmî hêjmara gelê Xelfetiyê di sala 2007an de 40.800 bû. Gel bi piranî li gundên derdor de dimîne.


Sê belediyeyên navçê hene:

  1. Xelfêtya Nuh
  2. Gogana Jorîn 
  3. Erxil

Belediyeya Xelfetiya Kevn ku li kenara çemê Feratê hatiye avakirin, li rojavayê Rihayê disekine û ji bajarê Rihayê 120 km dûr e. Ji ber projeya neteweyî ya GAPê gelek gund ji alîyê ava Ferêt ve hatin daqultandin. Di sala 1999an de bajarê Xelfetî jî, ji ber avakirina Baraja Bêrecûgê bi nivî kete bin avê. Dewlet ji ber vê yekê "Xelfêtiya Nuh" avakir, ev yek jî 7 km li rojhelata Xelfêtiya Kevn disekine û neha li hemberî gundê Qeremezre hatiye damezrandin. Gelek gundên derdor - mîna Qeremezre, Helbîn, Hemk, Tuturce, Siltag û Tifnîg - wek mehellên bajara nuh hatin îlankirin.


 
Êdî Xelfetî tune ye PDF Print E-mail
Written by Karamezre.net   
Monday, 13 April 2009 12:59

Bi çêkirina barajên di welatê me de parastina Heskîf û çemê Mûnzûrê di rojevê be jî, bi avakirina Baraja Birecikê Xelfetî bi tunebûna xwe re rûbirû ma.  Ew avê ku bilindtir bûbû keskawîya herêmê di bin avê xist û di sala 1999an de qada Xelfetîyê daqultand.

Ji paş de bi tenê derdoreke hişk, malên kevn û betal man... Halbûkî qada Xelfetî yê ku bi darên mêyweyan dixemilî, di cografya me de xwedîyê îqlimeke taybet bû. Bi hevgirîyeke mezin îqlima Behra Spî hakima vê qadê bû. Tê de pirteqal, mandalin, sêv û xox digihandin. Darên gûze, hinar û bi taybetî gul bedewiyeke bibandor dabûbûn Xelfetiyê. Di hemû cîhanê de Gula Reş a ku bi tenê di vê qadê de çê dibû him bexçeyan, him jî guldankên malan xemilandibû.

Gula Reş bûbû sembola Xelfetîyê. 

Mixabin bi avakirina barajê ew jî tune bû.  

Last Updated on Tuesday, 12 January 2010 22:28
 
Qaramezre niha búye tax...
Di sala 2005 an de bi girtina biryara Meclisa Komara Tirkîyê TBMM ve Qaramezre, li kêleka wî de ku Xelfetîya Nu avabû bú, bû taxekî wî. Rêya ku di nav gund de derbas dibe herdû alîyên rê de, du gelên cûda di nava xwe de dihemlîne. Jiyana Kurd û Tirkan bi hevra jínkirin li vir bîye minakek bercavan.
Xelfetîya Nu, zû bi zû xwe ji nûve ava dike û li alîyê mîmarîyê xwe pêsve dixe, ji niha pê ve bûye navceyekî nûjen. Xelfetîya Nu, ji bo récûnên gundên heremê rewsekí rêgirê de ye...

 


Reklam