|
Dankutan rítueleke çandí ye ú té de genim bi awayeke hunerí té léxistin, da ku genim ji hev keve ú meriv pé bulxur ú ardé çébike. Dankutan di çanda Kurdan de rolekí pir mezin dileyze ú him di héla sosyolojík him jí di héla hunerí rítueleke balkéş e.
 Rítuela dankutané
Dankutan di gelek civatén Rojhilata Navín de té dítin ú dîroka dankutané mixabin baş naye zanín (?). Di civata Kurdan de dankutan bi pirraní ji aliyé méran ve té kirin, lé jin jí yek caran ví karí dikin. Di rítuela dankutané de gund piştí ku genim kom kirine ji boy léxistina genimé té cem hev, da ku genim bi dankutané ji hev bikeve ú meriv karibe jé bulxur yanjí ard çébike.
Ji bo ku rítuela dankutané were lidarxistin du alet péwíst in: * Mírkut (aleteke bitexte ye ú ji boy léxistina genimé té bikaranín) * Sokaní (kevirek e bi kort e ú bi genimé té tijíkirin)
Li gorí mezinbûna sokaniyê ku li ser alaneke tal disekine (bi pirraní di navenda gundan de) sé-çar mér yanjí jin li derdora sokaniyé kom dibin. Di destén her yekí de mírkuteke bitexte heye ú ewan bi dorê, mírkuté li hindura korté dixin. Bi doré ji wan her yek li mírkuté dixin ú hevokén bihéz emprovíze dikin. Ji vé emprovízasyoné rítmek bihevreyí té girtin ú wiha stranek avadibe. Bi ví awayí dímeneke taybet derdikeve holé. Lewma gelek kes wek temaşevan tevli dankutané dibin.
Stranén dankutané
Stranén dankutané li gorí heréman cúda ne. Mixabin ew stranan bi temamí ne hatine nivísandin, lewma tené hinek gotin tén nasín.
Her yek dema ku mírkuté li hindura sokaniyé dixe bi doré gotineke dibéje, wekí:
* Dané dané * Dané keşké * Dané me ye
Rítma dankutané (ú ya strané) bi gotinén wiha té girtin: * Tip ha * Himm ha
Straneke dankutanéStrana Şivan Perwer ya bi navé Mîrkut li ser dankutané hatiye nivísandin. Di strané de gotinén dankutané jí hene. Temaşe bikin:
|
|
Dara Zaretê bi çar darên ku pirr nêza hev in pêk tê û ewan, ji dûr ve wekî dareka mezin xûya dibin. Li gorî gotinên mezinan ev qot û ev daran pîroz in.
Dara Zaretê ku li ser qotê gundê Qeremezrê radiweste û ji her çar aliyên gund ve baş tê dîtin lewma bûye sembola Qeremezrê û ji alîyê gundîyan ve gelek tê hezkirin. Her buharê gundî diçin zaretê û di bin sîya darê pîknîk dikin.
Li gorî gotinên mezinan be, rojeke grubek gundî xwestiye ew daran jê bikin, lê di heman rojê de ewan nexweş ketine û dev ji plana xwe berdane. Lewma hinek gundî bawer in ku ew dar û qot pîroz in.
|
Dara Reşo heta sala 1996an wekî navenda gund dihat nasîn: Ji xwe Dara Reşo dibû cihê hevdîtina gel. Mezinên gund di bin sîya vê dare dihatin cem hev û bi hevre sohbet dikirin. Gelê Qeremezre di rojên taybet de (cejna Remazanê, cejna Qurbanê, pîrozbahî, def û rojên Dankutanê) di bin sîya Dara Reşo kom dibû.
Mixabin di sala 1996an de ji ber şeveke bi bahoz Dara Reşo qelibî. Li gorî hinek gundîyan ne bahoz, lê brûskek li dar ketiye û darê şikandiye. Herwiha, ev dar ji ber qelibandina/şikandina xwe hat qutkirin û Dara Reşo, ku di sosyolojîya gund de rolekî pir mezin dileyst, wekî êzing hat bikaranîn û wenda bû...
Hinek gundî jî dibêjin ku Dara Reşo li hemberî girîngiya xwe bi dehan salan bêxwedî mabû û bi tenê ev yek bûbû serdema tunebûna xwe. Îro li cihê ku berê Dara Reşo disekinî malek peyda ye.
|
|
|
|
|
|
|