|
|
Li ser kartan Xelfetî

Gelek war navê xwe ji şert û mercên xwezaya dora xwe û ji rastebîniya (realîteya) civakî distîne. Bi taybetiyên xwe yên erênî (pozîtîf) û neyînî (negatîf) ev nav li ser wan dimîne. Bi wext re ev taybetî bên guhertin jî nav bi hebûna xwe desthilatdariyê li sedsalan dike.
Serpêhatiya gotina "Qeremezre" jî, ku navê wê bi tirkî Karaotlak e, weke vê gotinê ye. Çi bû nebû, ji vê qerebûnê xelas nebû. Heta roja îro bi wê hate bibîranîn. Gotin di cih de be, her dem bi reşbûna xwe jiyaye.
|
|
|
Li Bezkiyê ye Qeremezre. Bezkî navê deşta ku ji Hewagê ber bi Bîrecîk û Xelfetiyê ve li aliyê rojava û başûr dirêj dibe, ye. Erdeke bi giştî qelaç û dûz e. Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê.

Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, heft kilometran dûr e. Cihê lê ji derdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hûnik bi xwe re tîne ser gund. Çiqas dûr bin jî, meriv kare rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan bibîne. |
|
Ligel gelek şertên pir giran Qeremezrê serê xwe tu carî netewandiye. Li ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê şîn ava kir. Standarta jiyanê û asta civakî ya gel bilind bû. Îro li Qeremezre kesekî ku mirov bibêje ev pir feqîr e, tune ye.

Ev der bûye embara fisteqan ya heremê.Salê bi sedan ton fisteqê xwe difiroşe. Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî tên çandin. Li bîstanan jî zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin. Ne tenê li Qeremezrê, gundên li derdorê jî erdên xwe yên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî dem bi dem daristaneke mezin avadibe. Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike. Hinek kes jî dest bi danûstendinê kiriye.

|
|
|
Aboriya Qeremezre di salên 1960 û 70an de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû hewa bandoreke nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek havînan Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin.
Mêrgên ku di mehên biharê de şîn dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û Qeremezre êdî kete rewşeke din. Di wexteke pirr kin de weke daristanekê şîn bûye. Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên zeytûn û fisteqan.
Êdî ne qere ye Qeremezre.
Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be. Bûye cihekî dilbijandinê...

|
|
Gelê Karamezre
Gelheya gund di sala 2005an de nêzî 1000an e. Her çiqas gelek malbat koç kiribin Ewrûpayê jî, gelheya Qeremezreyê dîsa jî ew qas kêm nebûye. Bi ser de jî piştî Xelfetiya Kevn di bin avê de ma gelek gundên derdorê koçî vê derê kirine.
Şêniyên Qeremezreyê pir nêzî hev in û bi piranî jî merivên hev in. Qeremezre ku şêniyê wê giş Kurd in, devoka wan bi ser devoka Semsûr, Mereş û Meletiyê ye. Devok her ku diçe bêtir bêjeyên tirkî di nav xwe de dihewîne. Her çiqas hestên welatparêziye qels be jî, disa jî mirov sekneke polîtîk tê de dibîne.
Koçberî
Gelek kesên ji Qeremezreyê niha li dewletên Ewrûpayê yên curbecur dijîn. Bi dehan kes li Elmanya, Swîsre, Frensa û Brîtanyayê belav bûne. Malbateke ku kulfetekî wê li Ewrûpayê najî hema hema tune ye. Çûna Ewrûpayê her dem bûye xeyala ciwanên Qeremezreyê. Lê ev rewş bi xwe re xetereyeke ciddî jî tîne; biyanîbûn, ji rastiya gelê xwe bi dûr ketin, wendabûna nifşên nû...
|
|
|
|
|
|