|
|
Dîroka vî gundî bi temamî derneketiye holê. Ji xeynî çîrokan tiştekî berbiçav di dest me de tune ye. Kî zane bê di arşîv û pirtûkxaneyan de çiqas agahî hene? Heta niha kesekî ji giregir û ranakbîran xwe di mijarê de nedaye. Hema mirov dikare bibêje bi zanebûn dîrokek wenda dibe.
Hew çend tiştên ku kal û pîrên gund ku ew jî yên pêşiya xwe bihîstine û dibêjin heye. Her çiqas gotinên Mihemedê Qedir, Hecî Wes û Hemê Elê li hev dernekevin jî tê fahmkirin ku hinek ji gund ji hêla Semsûrê hinek jî ji hêla Rihayê hatine.
|
|
- Kelo u Mehemedî Qêdir yên ku tevli Yekemîn Şera Cîhane bune di salên 1970an de jiyana xwe jidest didin. Kesên ku dîroka Qeremezrê herî baş dizanibun ewan bun. Mixabin zanistên wan ne gihîştine dema me.
- Jiber êrîşa Rûsan ku di Yekemîn Şera Cîhane de hate çêkirin gelek malbat ji hêla Muşê ve koçberîya herêmên cuda dikin. Ji wan hinek malbat li Qeremezre xwe bi cih dikin. Di wê zemana ku jê re dibejin zemana koçberîye, du keçkên biçuk ku navên wan Gulê û Senem in ji alîyê malbatên Qeremezre ve tên hêvişandin. Bi mezintîya xwe Gulê u Senem ji Qeremezrê dizewicin. Neslên wan îro wek Utkun u Keskin tên nasîn.

Doza xwindariye u buyereke nebaş
Urfa çiqas xwedîye bunyeyeke feodal u eşîretgir be ji, Xelfetî bi salan ji vê sîstemê dûr maye û gelê xwe gihîştiye dereceyeke hemdem. Lewma Xelfeti jibo eşir u dozên xwindariyê naye nasîn. - Di sala 1950an de li Qeremezre jiber pirsgirêkeke biçuk ku dinav du malbatan çêdibe doz derdikeve u vediguhere doza xwîndariyê. Di ve dozê ku dinav mehelleyên Silan u Elesoran diqewime çek jî tên bikaranin u ev yek dibe sebeba mirina sê kesan. Ji mehelleyê Silan Mehemedê Silêman u Ehmedê Evdille, ji yê Elasoran jî Miçê dimire. Di wê dewrê de Mehemedê Sileman muxtarîye dimeşand.
|
- Di sala 1960an de hejmara malên li Qeremezrê 80, nufusa xwe ji derdora 400 an e.
- Gundê Helbînî ku di hêla rojhelata Qeremezrê disekine di destpêkê sedsala 20an de ji alîyê malbatên ku ji Qeeremezre koç kirine tê avakirin.
- Koçberên yekemîn ên Qeremezre bi taybetî koçberîya Birecuk, Nizib u Eyntabê dikin. Ji wan hinek hêla Cukurova jî diçin. Mirov kare beje ku heta neha tu kes koç nekiriye hêla Enqere, Izmir u Stenbolê. Ev yek balkêş e.
- Ava vexwarinê di sala 1972an de digihêje gundê Qeremezre.
- Heta demekê li gundê Qeremezre zimangiranî dinav gel de pir belavdibe. Îro jî dinav gelê Qeremezrê de zimangiranî tê dîtin. Dibe ku belavbuna zimangiranîye jiber avê anji jiber pirsgirêkeka genetîk çêbuye.
- Di Qeremezrê de heta îro tu revandina keçeke nebûye.
- Cemê Feratê bi tenê 5 km ji gundê Qeremezre dûr be jî, heta salên 1980an de çanda xwarinê ya masîyan pêşnakeve.
- Hunermendê nas ê bi nava Nûrî Sesîguzel (Dengxweş) li gundê Qeremezre jidayik bûye. Ev li Bêrecugê mezin dibe. Paşnavê xwe yê bingehîn Kaştaş e, lê ew paşnavê xwe diguherîne. Car caran hatibe gundê xwe jî, heta neha tu kar û xizmetê wî ji gundê xwe re ne bûye.
- Dema ku Xelfetî di sala 1999an de di bin avê dimîne Xelfetîya Nuh li hemberî Qeremezrê tê avakirin. Bi referandumeke fermî tê xwestin ku Qeremezre bila bibe taxeke wî. Ev daxwaz çiqas erênî be jî, Qeremezre dengê xwe yê NA bi kar tîne. Mixtarê wê demê şukru Karakuş bu, ev detayeke girîng e.
|
|
|
Qeremezre xwedîye çîrokekê ye, ev çîrok jî wiha tê gotin: AYDIN hîn 4-5 salî ye, hêdî hêdî fêra axaftin û meşînê dike. Kurê Yasînê Îsoyê Ebilê (Yasin Seker). Sal 1977. Dayka xwe ji gundê Hemqê ye û bûye bûka Qeremezrîyan (Hemq li başûrê Qeremezrê ye) . Dayk rojek a buharê jibo serlêxistina malbata xwe vedigere Hemqê, lawkê xwe yê biçuk li mal dihêle lê ew bi dizî li ser şopê dayka xwe diçe u di rêya xwe de xwe şaş dike. Dayka wî tê mal lê lawkê wê heta danê êvare venagere malê. Heta şeva tarî hemî gund li wî digere, lê mixabin Aydin êdî naye dîtin… Cend roj bişunde şivan kincên Aydin yên qetî u tomarên porê wî dibînin. Derdikeve holê ku Aydin bûye xwarinê heywanên wehşî...
|
|
|
|
|
|